Ji Serokomar Erdogan derbarê “ji nû ve darizandina mexdûrên 28ê Sibatê" de daxuyanî

Serokomar Erdogan derbarê pirsa ‘gelo ew ê mexdûrên 28ê Sibatê ji nû ve bên darizandin an ne?” de destnîşan kir “Di vî warî de xebateke ku Wezareta Edaletê dike heye.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Senegalê pirsên rojnamegeran bersivand.

Di civîna çapemenîyê ya ku hat lidarxistin de rojnamegerek ji Serokomar Erdogan pirsa ‘ Bo însanên ku mexdûrên kumpasên heyama 28ê Sibatê ne bigihijin azadîyên xwe an jî îade-î îtîbar bê kirin gelo ew ê ji nû ve darizandin bê kirin an na?’ pirsî.

Erdogan pirsa rojnameger wisa bersivand: “Di vî warî xebateke ku ji teref Wezareta Edaletê ve tê kirin heye. Lê ev kengî bi netîce bibin ew jî meseleya darazê ye. Ne mimkûn e ez vêgavê vê yekê bibêjim. Lê belê me di vî warî de ji hevalên xwe re got ku ‘bo tecellîya edaletê xebatekê bikin.’  Niha hevalên me li Wezareta Edaletê xebateke wisa didomînin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e