“Ji sîyonîstên îşxalker re bertek”

Sîyonîstên îşxalker ji bo erdên Fîlîstînê zêdetir têxin bin îşxalê bîryara çêkirina avahiyên nû girt. Ev biryara şebeka terorê ji terefWezareta Karûbarên Derve bi tundî hat şermezarkirin.

Wezareta Karûbarên Derve biryara şebaka terorê ya ku ji bo zêtir erdên Fîlîstînê têxin bin îşxalê û avahiyên nû li ser axên pîroz ava bike re bertekên tund nîşan da.

Wezareta Karûbarên Derve bi daxuyaniyek nivîskî ev biryara şebeka terorê şermezar kir. Di beyanata niviskî de van îfadeyan cîh girt: “Em biryar girtina rêveberîya îsraîl ya ku li ser axên Şerîaya Rojava ya ku ji berê dê de hatîye îşxal kirin û ji teref hêzên dagirker re li Xezze û Nablûsê qetilkirina 2 welatîyên Fîlîstînî bi tundî şermear dikin.”

Di berdewama beyanatê de hat îfadekirin ku: “Kesên di serî de mafên Fîlîstînîyan yê mirovahîyê binpê dikin, bi biryarê wisa rageşîyê zêde dikin û biryarê Neteweyên Yekbûyî îxlal dikin û guh nadin bertekên civaka navneteweyî, lazime êdî ji van îxlal û derqanûnîyan berdin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin