Ji teref rejima siyonîst êrîşa hewayî li ser Îranê hat kirin

Artêşa rejîma îşxalker li Îranê hinek cîhên leşkerî kir hedef û êrîşî wan deran kir.

Ajansa Nûçe ya Mehrê, diyar kir ku piştî bihîstandina dengê teqînan û digel propagandayên rejîma sîyonîst li Tehranê her tişt hêsan û di nav ewlehîyê de ye, tu agir û dûmanek tineye.

Li Balafirgeha Mehrabad û Balafirgeha Îmam Xumeynî ya li Tehranê jî her tişt normal e, tu bûyerek pêk nehat û seferên balafiran berdewam dike.

Midûrê Şîrketa Balafirgeha Îranê Saîd Çalenderî jî ji rojnamegeran re got ku di balafirgehan de her tişt normal in.

Artêşa rejîma îşxalker, daxuyandibû ku ew li Îranê ji hinek hedefên leşkerî re êrîş dabû destpêkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa terorîstan ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Êrîşên hessas û bihedef ên li gelek cîhên leşkerî yên Îranê temam bûn.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno