Ji Trump tehdîd: Bila qiyamet rabe

Serokê Emerîkayê Donald Trump diyar kir ku ger "roja şemiyê saet 12an de hemû girtiyên li Xezzeyê neyên berdan" divê agirbest were betalkirin û got, "Dûre bila qiyamet rabe."

Serokê Emerîkayê Donald Trump, HAMASê ku ragihand pevguhertina êsîran sekinandiye tehdît kir.

Trump di axaftina xwe ya li Ofîsa Oval de tehdîd kir ku ger girtiyên îşxalker neyên berdan wê hemû cîhan bikeve ser HAMASê.

Trump her wiha amaje bi wê yekê kir ku ger HAMAS hemû girtiyan azad neke divê rejîma siyonîst agirbestê betal bike.

Trump got, “Em dixwazin ku ew hemî vegerin. Ez ji bo xwe dibêjim. îsraîl dikare vê yekê cuda bike, ez li ser navê xwe dibêjim, eger ew neyên, heta saet 12.00ê roja şemiyê ne li vir bin, dûre bila qiyamet rabe." Diyar kir ku di vê mijarê de wê rejîma îşxalker biryarê bide.

Berdevkê baskê leşkerî yê HAMASê, Tûgayên Îzzeddîn El-Qessamê Ebû Ubeyde ragihand ku pevguhertina girtiyan ku dihat payîn di 15ê Sibatê de were kirin, bi hinceta ku îşxalker vegera li Xezzeyê dereng dixin, bombebarankirina hin cihan didomînin û destûr nadin alîkariyên mirovî, hatiye sekinandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê