Serokê Emrîkayê Donald Trump tehdîdên xwe yên li dijî bernameya nukleerî ya Îranê dubare kir û got, "Ger pêwîst be, em ê dîsa li tesîsên nukleerî yên li Îranê bixin." Trump ev gotin di postek li ser platforma medyaya civakî Truth Social de bi kar anî.
Daxuyaniya Trump piştî hevpeyvîna Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî ya bi Fox News re hat dayîn, ku tê de Arakçî qebûl kir ku tesîsên nukleerî yên ku meha borî ji hêla Emrîkayê ve bi hevrêziya rejîma sîyonîst hatine hedefgirtin, zirareke giran dîtine, lê diyar kir ku Îran dê dev ji çalakiyên xwe yên dewlemendkirina uranyûmê bernede.
Arakçi got, "Bernameya me ya nukleerî bi tevahî nayê tunekirin. Em ji bo dîplomasiyê vekirî ne, lê em ê serweriya xwe tawîz nedin." Karbidestê Îranî her wiha destnîşan kir ku ew amade ne bi Emrîkayê re ji bo têkiliyek rasterast nebe jî ew ê ji nerasterast ne amade ne.
Trump berê îddîa kiribû ku binesaziya nukleerî ya Îranê di êrîşên Hezîranê de "bi tevahî hatiye hilweşandin". Lêbelê, nirxandinên îstîxbarata Emrîkayê destnîşan kirine ku dibe ku êrîşan tenê çend mehan bernameya nukleerî ya Îranê dereng xistibe û bi tevahî nesekinandibe.
Pispor dibêjin ku tehdîdên Trumpê aloziyên li herêmê zêde dikin û hewlên ji bo aştî û aramiyê têk dibin. Lêbelê, Îran pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya çalakiyên xwe yên nukleerî yên aştiyane dubare dike. (ÎLKHA)