Ji Walîtîya Amedê derbarê qezaya Çinarê de daxuyanî: 5 mirî, 2 birîndar

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê, di qezaya trafîkê ya li navçeya Çinarê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

"Di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat dayîn de wiha hat gotin:

'Di dîroka 24ê Sibata 2026an de, li derketina gundê Çınarameheliya (Çınarköy) ya navçeya Çinara Amedê, di encama lihevqelibîna du wesayîtan a serî bi serî de qezayeke trafîkê ya elim (bi êş) pêk hatiye. Di qezayê de ligel şofêrên wesayîtan bi giştî 5 welatiyên me jiyana xwe ji dest dane û 2 welatiyên me jî birîndar bûne.

Dermankirina welatiyên me yên birîndar li nexweşxaneyê berdewam dike. Piştî qezayê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên têkildar sewqî cihê bûyerê hatine kirin û xebatên lêkolînê bi lez hatine destpêkirin; derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike. Em ji bo welatiyên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane ji Xwedê rehmê, ji malbat û xizmên wan re sersaxiyê; ji bo birîndarên xwe jî şifaya xêrê dixwazin.'"

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin