Ji Walîtîya Batmanê derbarê êrîşa ku 3 kes tê de hatin kuştin daxuyanî

Walîtîya Êlihê diyar kir ku di êrîşa ku 3 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan de 2 gumanbar hatine destserkirin û hat fêhmkirin ku bûyer "dewama dijminatiya ku ji ber mijara keçikê derketibû û berê di encama wê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû ye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariyê ve hat kirin de hat bi bîrxistin ku di êrîşa bi çekan a ku roja yekşemê li Taxa Çamlıcayê li Goristana Asriyê pêk hat de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Li gorî nirxandinên yekem hat famkirin ku hadise, dewama dijminatiya ku ji ber bûyera di 16'ê Golana 2026'an de li bajarê me pêk hatibû, dihat fikirîn ku ji ber mijara keçikê derketibû û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû ye. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê wê bûyerê de kujer hatibû girtin û girtî ye, proseya edlî berdewam dike."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî êrîşa îro polîsan yekser mudaxeleyî herêmê kir û 2 gumanbarên ku hatin nirxandin peywendiya wan bi bûyerê re heye hatin girtin û destserkirin (çavdêrkirin).

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin tomarkirin:

"Bi koordineya Serdozgeriya Cumhuriyetê lêpirsîneke berfireh a edlî hat destpêkirin. Derbarê gumanbarên birîndar de karûbarên edlî yên pêwîst tên meşandin; ji bo tespîtkirin û girtina gumanbarên din ku tê nirxandin peywendiya wan bi bûyerê re heye xebat bê navber berdewam dikin.

Ji bo ku bûyer bi her alî ve bibe ronî, tespîtkirina berpirsiyarên din (heger hebin) û derxistina wan a li hemberî edaletê, lêpirsîn bi hesasiyete mezin tê meşandin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 kesî birindar biyî
Li Sêrtê bavê 4 zarokan ku li binê tehtê de ma, jiyana xwe ji dest da
3 kes ku 2 ji wan zarok in birîndar bûn
Karwanê Umûdê ya Rihayê di meha tîrmehê de gihîşt bi sedan malbatên hewcedar
Li Batmanê êrîşa bi çekan: 3 kes mirin