Ji Walîtîya Dîyarbekirê derbarê teqîna teqemeniyek destçêkirî de daxuyaniyek hat belavkirin

Walîtiya Dîyarbekirê ragihand ku teqemeniya destçêkirî ku li kêleka rê hatibû hiştin û dema ku wesayîta polêsan a sivîl derbas dibû teqiya û got ku di bûyerê de kes nemiriye û ne jî birîndar bûye.

Walîtiya Dîyarbekirê derbarê teqîna ku di 26ê Adarê de derdora saet 18:34an de li çarrêya Bûlwara Qamişlo û Kolana Newrozê pêk hat de daxuyaniyek da.

Lêpirsînên destpêkê nîşan didin ku teqîn dema ku wesayîteke polêsan a bê nîşan, ku di wê demê de ji herêmê derbas dibû, li ser çenteyek ku li kêleka rê hatibû hiştin, ku tê bawerkirin ku teqemeniyek destçêkirî tê de hebû, pêk hat.

Hate gotin ku di teqînê de ti kes nemiriye û birîndar nebûye û zirar negihîştiye wesayîtê jî.

Analîza dîmenên teknîkî û kamerayê eşkere kir ku teqemenîya destçêkirî ji teref motorsîkletê ve li kêleka rê di derdora saet 6:21ê êvarê de hatiye hiştin, wesayîtên din jî di vê navberê de heman rê bi kar anîne, û teqîn bi qasî 12 deqîqeyan şûnda çêbûye.

Li gorî delîlên berdest, hat destnîşankirin ku ti nîşan tune ku cîhaza teqemenî, ku mekanîzmaya kontrolkirina ji dûr ve tune bû, rasterast ber bi wesayîta polêsan ve hatibe hedefgirtin.

Hat ragihandin ku ji aliyê yekîneyên pêwendîdar ve di bin koordîneya Serdozgeriya Komarê de lêpirsînek berfireh hatiye destpêkirin û hewlên ji bo ronîkirina bûyerê û tespîtkirin û girtina şikdar(an) bi hûrgilî berdewam dikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di ava bi herî de rîska vegirtina enfeksiyonan zêde ye
Amed de Neweşiya Mewlidê Nebî do 19ê Nîsane de bêro vıraştene
Divê pirsgirêkên binesazî û perwerdehiyê yên Saxtepeyê werin çareserkirin
Li ser rêya Çinar-Amedê axa ku diherike xetereyê belav dike
Li Meclîsê Alî Şukru Bey bibîr anî