Ji Walîtîya Rihayê hişyarîya bayê xurt û bagerê

Walîtîya Rihayê hişyarî da welatîyan û diyar kir ku tê texmînkirin ku ji saetên êvarê û pê ve li tevahîya bajêr ba û bagereke xurt çêbibe.

Walîtîya Rihayê li ser daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê li hemberî ba û bagera ku wê îro ji saetên êvarê pê va li seranserê bajêr bi tesîrdar bibe hişyarî da.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîyê ve hat dayîn de ji welatiyan hat xwestin ku li hember xetereyên ku ji ber tesîra bayê çêdibin baldar û hişyar bin.

Tê texmînkirin ku ba ji aliyê bakur ve bi şeklê bayê û li hinek cihan jî wek bahozê bi tesîrdar be.

Pêwîst e li hember neyînîyên wekî ji ber bahozê banê xwe biteqin, dar û stûnên xwe bitewînin baldar bin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin