Walî Zorluoğlu serdana birîndarên ku li Zanîngeha Dîcleyê, Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedînê Eyûbî û Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê tên dermankirin kir û ji bijîşkan li ser rewşa wan a dawî agahî girt.
Zorluoğlu diyar kir ku ji 9 kesên di qezayê de birîndar bûne rewşa 2 kesî giran e û got ku rewşa 7 birîndarên din navîn û sivik e.
"7 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan"
Parêzger Zorluoğlu yê ku derbarê qezayê de agahî dan, diyar kir hat hînbûn ku mînîbusa ku ligel ajovan 18 kes tê de bûn, ji bo organîzasyona nîşanê diçû Mûşê.
Zorluoğlu got: "Îro sibehê derdora saet 09.00an de li Taxa Karahasanê ya navçeya me ya Licê, mînîbusa ku ligel ajovanê xwe 18 kes tê de bûn û me hîn bû ku ji bo organîzasyona nîşanê ber bi bajêrê Mûşê ve diçûn kaza kir. Qezayeke trafîkê ya yekalî çêbû."
Zorluoğlu diyar kir ku li gorî agahiyên yekem, ji ber teqîna tekerê mînîbusê, wesayît teqlo avêtiye û li şarampolê wergeriyaye; 2 kes li cihê bûyerê û 5 kes jî li saziyên tenduristiyê yên ku lê hatin veguhastin, bi giştî 7 kesî jiyana xwe ji dest dane.
"Sedema qezayê dê piştî lêpirsînê derkeve holê"
Zorluoğlu destnîşan kir ku lêpirsîna adilî ya derbarê qezayê de berdewam dike û diyar kir ku sedema teqez a qezayê dê piştî lêkolînan derkeve holê.
Zorluoğlu wiha axivî: "Êlbet derbarê qezayê de lêpirsîna adilî ya pêwîst hat destpêkirin û xebatek bi baldarî tê kirin. Sedem û aliyên din jî inşallah dê di encama vê lêpirsînê de derkevin holê.