Sanayîya Nan a Bûrsayê (BESAŞ) ya ku ji îştîraqkarên Şaredarîya Bajêra Mezin a Bûrsayê ye di çarçoveya telebên welatîyan de qerara nedayîna nan ên cihên ku eraqê difiroşin da. Şaredarî bo wan cihên ku eraqê difiroşin hetanî 31ê Adarê wext da.
Di nivîsa ku ji teref Sanayîya Nan a Bûrsayê ji temamê bayîyan re hat şandin de hat destnîşankirin qerar hatiye dayîn ku li wan bayîyên Sanayîya Nan a Bûrsayê eraq neyê firotin, kesên ku dê ji îro pê ve serîlêdana bayîtîyê bikin divê vê qerarê li ber çavan bigrin û ew bayîyên ku girêdayê Sanayîya Nan a Bûrsayê ne jî divê heta 31ê Adarê dawî li firotina eraqê bînin, heke na ew ê peymana ku hatiye îmzekirin dê bê fesihkirin.
Ev qerara ku hatiye dayîn da ku zarok di dema standina nan de bi eraqê re rûbirû nemînin ji teref welatîyan ve eleqeyeke mezin dibîne û xelk destekê didiyê.
ÎLKHA