Ji Weqfa Karwanê Hêvî ya ji bo ciwanên ku ew ê bizewicin desteka zewacê

Alîkarê Serokê Weqfa Kerwana Hêviyê Erdal Elîbûyûk, diyar kir ku ew ê tevkariyê li zewaca ciwanên ku ji ber tengasiyên aborî nikarin bizewicin bikin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Hêvîyê Erdal Elîbûyûk ku di çarçoveya projeya gera Anadoluyê da li Edene, Entab, Riha, Dîyarbekir, Wan û bajarên derdorê ziyaret kir, diyar kir ku ew ê wek Weqfa Kerwana Hêvîyê ji bo ciwanên ku dixwazin bizewicin alîkarîya malî bidin.

"Ji ber sedemên aborî zewac zehmet bûye"

Elîbûyûk diyar kir ku ew ê alîkariya madî bidin ciwanên ku ji ber sedemên aborî nikarin bizewicin û weha got: "Em ê wek Weqfa Kerwana Hêvîyê ji ciwanên ku dixwazin bizewicin lê ji ber zehmetiyên aborî nikarin bizewicin re alîkariya madî bidin."

Elibûyûk di danasîna projeya xwe de weha got: “Projeya ku me çêkiriye li ser du lingan hatiye avakirin: Yek ji van ciwanên me yên ku ji ber tengasiyên aborî nikarin bizewicin û ya din jî xêrxwaz û xêrxwazên me ne ku dê di warê aborî de alîkariya ciwanên me bikin."

Elîbûyûk got, "Bi vê projeyê 100 ciwanên ku heta dawiya sala 2024an dixwestin bizewicin lê ji ber zehmetiyên aborî nekarîn bizewicin, wê maleke bextewar ava bikin û projeya me wê di sala 2025an û salên pêş de jî dewam bike." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno