Ji Wezareta Koç a Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê re bi bombeyê êrîş hat lidarxistin: Wezîr jî di nav de gelek şehîd hene

Wezîrê Penaberan û Yên Ku Vegerîyane ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Xelîlurrahman Hakkanî, di êrîşa bombeyî ya ku li Efxenistanê hat lidarxistin de şehîd bû.

Li gorî xebera TOLOnewsê di baxçeya Wezareta Penaberan û Yên Ku Vegerîyane ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek pêk hat.

Hat diyarkirin ku di teqînê de bi tevî Wezîrê Penaberan û Yên Ku Vegerîyane ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Xelîlurrahman Hakkanî hinek kes şehîd bûn.

Çavkanîyên herêmî îfade kirin ku bombe ji teref xwekujekî ve hatîye teqandin.

Hakkanî, bi salane di meydana cîhadê de di sefên pêş a Talîbanê de cîh girtibû, dema ku welat ji îşxalê hat rizgarkirin di bireveberîya nû de wezîfe girtibû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin