Ji Yahya Oğraş bertek li dijî biryara qedexeya ketina Azerbaycanê: Em ê bibin dengê heqîqetê

Cîgirê Serokê Giştî yê HÜDA PARê û Serokê Karên Perwerdeyê Yahya Oğraş ku di nav 31 welatiyên Komara Tirkiyeyê de ye yên ku Azerbaycanê ketina wan a bo welat qedexe kiriye, bertek nîşanî qedexeya hîcabê da û bang kir ku dev ji vê sepandinê bê berdan.

Dema ku li Azerbaycanê di saziyên perwerdeyê de kısıtlanên li ser hîcab û tesettûrê tên nîqaşkirin, Cîgirê Serokê Giştî yê HÜDA PARê û Serokê Karên Perwerdeyê Yahya Oğraş di derbarê mijarê de daxuyanî da.

Oğraş ê ku di nav 31 welatiyên Komara Tirkiyeyê de ye yên ku rêveberiya Azerbaycanê ketina wan a bo welat qedexe kiriye, diyar kir ku qedexeya hîcabê di aliyê azadiya baweriyê, aramiya civakî û biratiyê de dikare encamên giran bîne holê. Oğraş hem bertek nîşanî qedexeya hîcabê hem jî bertek nîşanî biryarên ku li dijî kesên di vê mijarê de daxuyanî dane hatine wergirtin da.

"Di saziyên perwerdeyê de qedexekirina maf û azadiyên bingehîn nayê qebûlkirin"

Oğraş anî ziman ku maf û azadiyên bingehîn ên di saziyên perwerdeyê de mafên ku di hemû pîvanên navneteweyî de hatine qebûlkirin in û got: "Perwerde û maf û azadiyên bingehîn ên di saziyên perwerdeyê de di hemû pîvanên navneteweyî de mafên gelemperî ne. Baş e, ev mafên ku em jê re dibêjin maf û azadiyên bingehîn çi ne? Ev mafên bingehîn ên destnebar, nespartibar û nezîvîrok in. Ji ber vê yekê ji kîjan welatî dibe bila bibe, di saziyên perwerdeyê de hebûna sepandinên astengdar ên li ser maf û azadiyên bi vê rengî nayê qebûlkirin. Hewldana xurtkirina hêmanên zordar nayê qebûlkirin."

Oğraş destnîşan kir ku ew wek HÜDA PAR dipêjin ku maf û azadiyên bingehîn bêyî ku rasterastî tu zext û zilmê bibin bên bi kar anîn û wiha axivî: "Em wek HÜDA PAR bi israr hewl didin bînin ziman ku maf û azadiyên bingehîn di forma xwe ya herî xwezayî de bêyî ku bikevin bin tu zextan û bêyî ku bibin rastî tu zilmê werin bi kar anîn. Li welatên pêşketî jî rewş heman e. Li welatên ku pêş dikevin û paşdemayî de jî divê mafên bi vî rengî bêyî ku bi ti awayî werin kısıtlanin û bikevin bin zextan werin bi kar anîn."

"‘Dema meseleya însanî û baweriyê bê rojevê, em ê berteka xwe bi awayê herî xurt bînin ziman’"

Oğraş ê ku diyar kir ku li Azerbaycanê heta îro di saziyên perwerdeyê de hîcab û tesettûr wek pirsgirêk dihatin nedîtin, destnîşan kir ku divê sedema xistina pratîkê ya vê sepandina heyî bête pirsîn.

Oğraş bal kişand ser ku ew vê biryara hatî wergirtin rast nabînin û got: "Naha li vir pirsiyara bingehîn ev e: Heta îro di saziyên perwerdeyê yên Azerbaycanê de hîcab û tesettûr ne pirsgirêk bû, çi bû ku bi carekê re biryareke wiha hat wergirtin? Me diyar kir ku em vê biryarê rast nabînin û em vê yekê dibêjin. Di aliyê însanî, bawerî û wijdanî de tu beramberiya vê biryarê nîn e. Ji ber vê yekê îro jî em heman tiştî dibêjin. Dert û xemeke me ya ku em tevlî karên navxweyî yên welatekî bibin nîn e. Bê guman her welat di meseleyên xwe yên navxweyî de xwedî azadiya siyasî ye. Lê belê xala ku em li dij de derdikevin ev e: Dema meseleya însanî û baweriyê bête rojevê em dibin deng, em hewl didin berteka xwe bi awayê herî xurt bînin ziman."

"Rêveberiya Azerbaycanê divê dev ji van sepandinên ku bêhna despotîzm û dîktatoriyê jê tê berde"

Oğraş anî ziman ku piştî daxuyaniyên wî yên derbarê qedexeya hîcabê de rêveberiya Azerbaycanê ji bo welatiyên Komara Tirkiyeyê ku wî jî di nav de ye biryara qedexeya ketina welat derxistiye û got: "Li ser van daxuyaniyên me îro wezaretek têkildar a rêveberiya Azerbaycanê, ji bo kesên ku wek welatiyê Komara Tirkiyeyê di vê mijarê de daxuyanî dane biryara qedexeya ketina welat daye. Di daxuyaniyên xwe yên berê de jî min gotibû ku ev helwest û reftarek paşverû ye. Min diyar kiribû ku divê rêveberiya Azerbaycanê dev ji sepandinên ku bêhna despotîzm û dîktatoriyê jê tê berde. Ji ber ku min anîbû ziman ev sepandin dikarin di civakê de bibin sedema infial û nerazîbûneke mezin. Îro jî em heman tiştî dibêjin, di heman xalê de disekinin. Em dibêjin ev cûre sepandin di vê serdemê de ku em dijîn û wek şaristaniya nûjen pênase dikin, ne biryarên ku werin wergirtin in. Di rabirdûyê de li Komara Tirkiyeyê jî me ev cûre sepandin jiyan. Li welatên cihêreng ên pêşketî jî sepandinên astengdar û zordar hene û em dibin dengê van hemûyan."

"Em zilma li ser xuşk û birayên xwe yên nava tesettûrê qebûl nakin"

Oğraş bi bîranîna berpirsiyariya misilmanan a li hemberî hev wiha axivî: "Tu helwest, gotin an hewldaneke me ya dijminane ya taybet li dijî rêveberiya Azerbaycanê nîn e. Em Azerbaycanê wek welatekî bira û welatekî ku birayên me yên misilman lê dijîn qebûl dikin. Hadîseke Pêxamberê me (S.A.V) di vê mijarê de heye ku dibêje: 'Zalim jî be mazlûm jî be alîkariya birayê xwe bikin.' Hûn dizanin gava Resûlê Xuda (S.A.V) di civatekê de ev gotin anî ziman, yek ji sehabiyan got: 'Ya Resûlallah, min ji alîkariya mazlûm fam kir, lê alîkariya zalim min fam nekir.' Pêxamberê me (S.A.V) jî got ku rawestandina zalim ji sepandinên wî alîkariyek e ji bo wî, astengkirina wî ji wî karî alîkarî ye ji bo wî. Sekna me ev e."

Oğraş anî ziman ku ew zilma li ser misilmanên ku ji ber baweriya xwe dikevin nava tesettûrê qebûl nakin û wiha berdewam kir: "Em zilma li ser birayên xwe yên misilman ên li wir, birayên ku ji ber baweriya xwe ketine nava tesettûrê qebûl nakin. Ne tenê Azerbaycan, kîjan welat bibe bila bibe em ê heman tiştî bibêjin. Em hewl didin diyar bikin ku em di heman xalê de ne. Ji ber vê yekê ev cûre sepandin bi rastî jî çaxdixî ne. Di vê sedsalê de ev cûre sepandin bi ti awayî nayerin qebûlkirin. Ji ber ku me ev jî dît: Gelê ku naha li Azerbaycanê vê mexduriyetê dijî, berteka xwe li dijî sepandinên rêveberiya Azerbaycanê nîşan dide. Li kolanan çalakiyên xwe berdewam dikin, di hawirdorên cihê de dengê xwe bilind dikin. Em jî hewl didin bibin dengê birayên xwe yên li wir. Zilm heye û em ji bo nehêlana vê zilmê têkoşînê dikin."

Oğraş diyar kir ku divê guhdarî li mexduriyetên li Azerbaycanê bê kirin û ji raya giştî re bête ragihandin û van ifadetan bi kar anî: "Em vê yekê jî dibêjin: Têgihiştina me ya tek millet, du dewlet heye. Elhaq, rast e. Ew jî milletê me ne. Bê guman em ê guh bidin dengê wî milletî. Bê guman em ê li mexduriyeta wan guhdarî bikin û bînin ziman. Ji ber vê yekê em diyar dikin ku em li kêleka birayên xwe yên mexdur in. Ji ber ku em ji Rebbê xwe ditirsin. Sibe di roja meşherê de, di huzûra Xuda de gava pirsiyara 'Çima hûn nebûn dengê wan?' hat kirin, em dixwazin bersiveke me ya bide hebe. Ji ber vê yekê girîngiyeke mezin a van cûre sepandinên astengdar û qedexeyên ku li ser ketina welat hatine danîn ji bo me nîn e. Me ev qedexe bihîstin, em bertek nîşan didin û bi ti awayî qebûl nakin. Di vê mijarê de em ê daxuyanî, sekin û helwesta xwe bi israr bidomînin inşallah."

"Têkiliya civakê û biratiya wê xera nekin"

Oğraş bal kişand ser ku divê ji pêvajoya 28ê Sibatê ku Tirkiyeyê di rabirdûyê de jiyaye ders bête derxistin û teqez kir ku divê mexduriyetên bi vî rengî di civaka Azerbaycanê de çênebin.

Oğraş hişyarî da ku sepandina hîcabê ya li Azerbaycanê dikare ziyanê bide dînamîkên bingehîn ên civakê û ev nîşe kirin: "Ev zilma ku nêzî 30 sal berê me li Komara Tirkiyeyê jiya, divê di civaka Azerbaycanê de çênebe. Divê ji vir dersê derxînin. Çima? Ji ber ku li wir jî hûn dînamîtê dixin bin dînamîkên bingehîn ên civakê. Hûn dibin sedema infialeke civakî. Biratiya civakê xera nekin, aramiya civakê xera nekin. Heta duh tesettûr û hîcab di saziyên perwerdeyê de ne pirsgirêk bû, îro derketina we ya ji bo anîna ziman a vê yekê, tê wateya cudakirin, qutubkirin û dinikandina civakê. Baş e, ev di kîjan wateyê de ye? Ev infiala civakî ye. Tê wateya çêkirina travmayeke giran di civakê de. Ev jî di salên paş de tê wateya ku gelê me yê misilman ê li wir, travmayên dişibin yên me bijî. Em dibêjin dev ji van cûre sepandinan berdin, em peywendiyên heyî yên di nav civakê de xera nekin. Biratiyê xera nekin, aramiyê xera nekin, ziyanê nedin biratiyê. Ev sepandin tê wateya qutubkirina gelê Azerbaycanê di nav xwe de. Em dibêjin ku divê ev yek ji bo paşeroja welat wek hêmaneke metirsîdar bête dîtin. Em dubare dikin: İnşallah dê dev ji vê sepandinê berdin. Em dixwazin vê banga xwe careke din bînin ziman."

"Me gava rast avêt, daxuyaniyên me di cih de ne"

Oğraş di derbarê hebûna navê xwe di nav 31 welatiyên Komara Tirkiyeyê de ku qedexeya ketina Azerbaycanê li ser wan hatibû danîn nirxandin kir û got: "Ji ber baweriya wan me mexduriyeta birayên xwe anî ziman. Me gaveke rast avêt. Biryara ku me wergirtibû jî rast bû. Gotinên me jî di cih de û isabet bûn. Tu daxuyaniyeke me ku li dijî Azerbaycanê be an ziyanê bide hestên bingehîn ên gelê Azerbaycanê nîn e. Berevajî vê yekê, di mijara xistina pratîkê ya sepandinên ku welat û gel digihîjînin hev de me dengê xwe bilind kir. Di vê wateyê de ji ber ku me tiştekî rast kir, biryara li ser me hatî wergirtin jî ji bo me hestek kêfxweşiyê ye."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Siyaset Haberleri

Denetim görevini ihmal edenler hesap vermelidir
Hakikatin sözcüsü olmaya devam edeceğiz
12 yıllık zorunlu eğitim yeniden yapılandırılmalı
Tesettürü engellemek ilkelliktir
Nizip Çayı'nda zehir akmaya devam ediyor