Ji Yekîtiya Ewropayê qerara çekdarbûnê

Di Civîna Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê hat lidarxistin de, welatên endam projeya 800 milyar Euroyî ya çekdarkirina Ewropayê gotûbêj kirin.

Di Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya ku li Brukselê hat lidarxistin de, biryar hat dayîn ku lêçûnên parastinê bi awayekî berbiçav bên zêdekirin.

Pakêta 800 mîlyar Euroyî Veçekkirina Ewropayê ya ku ji hêla Komîsyona YE ve di 4ê Adarê de hate ragihandin jî hat gotubêjkirin.

YE armanc dike ku biryara xurtkirina amadekariya berevaniyê ya giştî, kêmkirina girêdanên stratejîk û ji holê rakirina kêmasiyên kapasîteya krîtîk, bigihîje rewşek ku ew bikaribe alavên çêtir di mîqdar û leza hewce de peyda bike.

Di encamnameyê de hat gotin ku Yekîtiya Ewropayê ya di warê ewlekarî û parastinê de bihêztir û jêhatîtir wê ji bo ewlehiya gerdûnî û transatlantîkê tevkariyeke erênî bike.

Di civîna 20-21ê Adarê û 26-27ê Hezîranê de mijara parastinê wê dîsa were gotûbêjkirin.

YE soza xwe ya ji bo piştgirîya demdirêj û pêşbînîkirî ji Ukraynayê re dubare kir.

Di civîna ku beşek jê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenski beşdar bû de, ji ber vetoya Macarîstanê ne ji 27 welatan, nivîsa Ukraynayê ji aliyê 26 welatan ve hat çêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê