Ji Zelenskîyê ku bi Trumpê re nîqaş kir re ji Ewrûpayê destek hat dayîn

Ji Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskîyê ku bi Serokê Emrîkayê Donald Trump re nîqaş kiribû re ji gelek welatên Ewrûpayê daxuyanîyên destekê hatin dayîn.

Li ber qemerayan demên rageşiya ku pêk hat li ser medyaya civakî û raya giştiya dinyayê di rêza ewil de cih girt û serokên welatên Ewrûpayê jî peyamên wê Zelenskî destek bikin parve kir.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron got, “Hewceye em hemû alîkariya Ukraynayê bikin.”

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk got, “Zelenskîy û hevalên me yên Ukraynayê, hûn ne bi tenê ne.”

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez got, “Ey Ukrayna, Îspanya li cem we ye.”

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê got, “Almanya bi tevî mutefîqên xwe yên Ewrûpayê, li cem Ukraynayê ye û li dijî êrîşvanîya Rûsyayê bûnie yek.”

Şefê Polîtîqaya Derveyê berê yê Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell got, “Trump û Vans, tewrekî ku mirov jê şerm û fedî dike nîşan dan. Ez ji tewrên wan şerm û fedî dikim.”

Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di daxuyaniya ku da de weha îfade kir, “Îroj Donald Trump ji bo aşîtiyê tewrek bi cesûr nîşanda. Ji bo gelek kesên her çiqas nayê hezm kirin jî. Spas brez serok.”

Wezîrê Binesazî, ragihadin û Alîkerê Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Salvînî jî di nîqaşê de Trump destek kir. Alîkarên SWerokwezîrê Serokê Partiya Lîga Rast a Aşîrî Salvînî Dîmenên li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û got, “Armanc aşîtîye. Ji vê herbê re êdî bes e. Haydê Donald Trump.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar