Ji zimanê zarokan eyd

DİYARBEKİR - Zarokên Diyarbekirî yên ku Eyda Remezanê bi kêfxweşiyeke mezin pîroz dikin diyar kirin divê di eydê de zarokên êtîm û sewî neyên jibîrkirin.

Zarokên Diyarbekirî yên ku kelecana Eyda Remezanê dijîn derî bi derî geriyan û şekir berhevkirin û her wiha kêfxweşiyên xwe li derdora  xwe belav kirin.

Zarokên Diyarbekirî yên ku li sikakan dibin wesîleya dîmenên rengîn anîn ziman ku divê di eydê de zarokên êtîm û sewî neyên jibîrkirin.

Ji zarokan kesa bi navê Ozlem Erdogan a ku bextewarî û şadiya wê di rûyê wê de dihat xuyakirin diyarkir eyd pir xweş e  û ew  dapîra xwe ziyaret kiriye û destê wê maç kiriye.

 “Ez eyda zarokên Sûriyeyî û malbatên wan pîroz dikim”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber minasebeta îdê dê û bavê wê jê re cil û bergên nû kirîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev eyd pir xweş derbas dibe.Me Remezanê qedand û a niha eydê pîroz dikin.Ez îro pir kêfxweş im û wext xweş derbas bû.Ez serê şeveqê zû şiyar bûm û min îda mezinên xwe pîroz kir.A  niha jî ez şekir berhev dikim.Ez eyda wan zarokên Sûriyeyî yên ku ne wek min in û eyda malbata wan pîroz dikim.”

Muhammed Şeyhmuz Arinçê ku diyar kir pêwîst e di eydê de kesên êtîm û sewî bên dilxweş û dilşadkirin û wiha axivî: “Ez serê şeveqê zû şiyar bûm,  min eyda mezinên xwe pîroz kir.Dû re jî ez çûm nimêj û ziyareta goristanê.”

Divê em di eydê de êtîman ji bîr nekin

Kesê bi navê Bunyamîn Erdogan jî di derbarê eydê de diyar kir eyd pir xweş in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Malbata min ji min re cil kirî.Min serê şeveqê  eyda dê û bavê xwe pîroz kir û ez çûm nimêj û ser mezelan.Eyd pir xweş e lê êtîmên ku nikarin weke me eydê pîroz bikin hene ku divê ew neyên jibîrkirin.”(ÎLKHA)

 


















 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Diyarbakır Haberleri

O2 otobüs saatleri
M3 Otobüs Saatleri
A3 otobüs saatleri
A2 otobüs saatleri
A4 otobüs saatleri