Jinekê li Almanya bi kêrê êrîşî îstasyoneke trênê kir: 12 kes birîndar bûn

Li îstasyona trênê ya navendî ya Hamburgê, di êrîşa bi kêrê ya ji teref jinekê ve de herî kêm 12 kes birîndar bûn.

Li Îstasyona Trenê ya Hamburgê êrîşeke bi kêrê çêbû. Li gorî berdevkê polêsê federal, êrîşkar herî kêm 12 kesan birîndar kirîye, ku rewşa sê kesan jî giran e.

Li gorî medyaya Almanî, polêsên Hamburgê li îstasyona trênê ya sereke ya bajêr êrîşeke bi kêrê pêk anîne.

Tê gotin ku êrîşkar jineke 39 salî bûye, û 12 kesan birîndar kirîye. Hat ragihandin ku rewşa sê ji birîndaran giran e.

Hate gotin ku jinik bi tena serê xwe tevgeriyaye. Karbidestên sepandina qanûnê yên herêmî gotin, "Şikdar ji teref polêsan ve hate girtin."

Xizmetên trênê li îstasyona sereke niha hatine rawestandin, û kolanên nêzîk jî ji bo trafîkê hatine girtin. Hejmareke mezin ji polês û tîmên acîl bo cihê bûyerê hatine şandin.

Lêpirsîna bûyerê berdewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar