Kalê Rîma Xezzeyî Xalid Nebhan jî di êrîşa sîyonîstan de şehîd bû

Xalid Nebhan ku ji bo torina xwe Rîm digot, “Rihê rihê min”, di êrîşa ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve hat lidarxistin de şehîd ket.

Xalid Nebhan ku bi xatirxwestina bi nevîyê xwe Rîm re tê naskirin, ronîya çavê Rîma nevîyê xwe ku di êrîşa sîyonîstên îşxalker de şehîd bûbû maç kiribû û bi gotina “Rihê rihê min” xatir jê xwestibû.

Xalid Nebhan ku kalê Rîma 3 salî ku di êrîşa sîyonîstên îşxalker de hatibû şehîdkirin û bedenê nevîya xwe ya bêrih girtibû berka xwe û xatir jê xwestibû, di êrîşa sîyonîstan de şehîd ket.

Nebhan weha gotibû, “Em bi kavilên mala xwe ku di êrîşa îsraîlê ya li dijî Kampa Penaberan a Nuseyratê li dar xistibû şîyar bûn. Dilê min şewitî û perçe parçe bû. Ez radikevim û radibim çavên min bi rondikan tijî dibe. Em bi tevî Rîmê di nav malekî de dijîyan. Her roj bi wê re şîyar dibûm û bi wê re dileyîstim. Ez tenê ji wê re nedigotim canê canê min. Min ji wê re digot dilê min, kezeba min, herdu çavêmin. Ez gelek bêrîya wê dikim.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno