Kammenos: Li dijî Tirkîyeya neyar ez 7 hezar leşkrê din dişînim

Wezîrê Parastinê yê Yewmenîstanê Kammenos, li Girava Îkarya ya li Bakûrê Egeyê beşdarê tetbîqateke leşkerî bû û Tirkîye wek “neyar” da nîşandan.

Di navbera Enqere û Atînayê de her ku roj diçe rageşî zêde dibe. Wezîrê Parastinê yê Yewmenîstanê Panos Kammenos, li Girava Îkarya ya li Bakûrê Egeyê beşdarê tetbîqateke leşkerî bû û Tirkîye wek “neyar” da nîşandan.  

Wezîrê Parastinê yê Yewmenîstanê destnîşan kir ku: “Heger cesareta wan hebe bila bihostek axa Yûnan îxlal bikin”. Kammenos, di berdewama axafrina xwe de îfade kir ku wî 3 hezar leşkerê din jî şandîye Giravên Yûnan yên li Egeyê û wiha got: “Emê di rojên pêşîya me de 3 hezar û 500 leşkerên din jî bişînin ser sînorê di navbera me û Tirkîye yê Çemê Merîçê.”

Serokê Partîya miletperest yê ortaxê kualîsyonê yê herî biçûk Kammenos, ji ber ku rageşîya di navbera dewleta xwe û Tirkîyê zêde dike bertekan dibîne.

Serokê partîya rast yê Demokrasîya Nû (ND)betek nîşan da û îfade kir ku dînîtîya Kammenos derbas kirîye hewce nake meriv şîrove bike. Kammenos, ne layiqî meqamê Wezareta Barastinê ye. Ji gelek partîyan bertekên wisa hatibû kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e