Karkerê ku ji bilindahîyê ket xwarê canê xwe ji dest da

Li navçeya Sêwrega Rihayê karkereke înşeatê, ji qata 5emîn hevsengîya xwe winda kir û ket xwarê, canê xwe ji dest da.

Bûyer, li Taxa Ayvanatê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, C.A. 40 salî ku karkerê înşeatê bû, ji qata 5emîn hevsengîya xwe winda kirîye û ketîye xwarê.

Karkerên dinê yên ku rewşê dîtine, bi lez ji ekîbên tenduristîyê re xeberê şandin.

Ekîbên tenduristîyê ku hatin cîhê bûyerê îfade kirin ku karker C.A. canê xwe ji dest daye.

Ekîbên polêsan piştî lêkolîna li cîhê bûyerê cenazeyê ji bo otopsîyê rakirin merga Nexweşxaneya Dewlet a Sêwregê.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat desptêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno