Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer li herêma gundê İkizceyê di înşata nexweşxaneya herêmê ya bi 500 nivînan a ku çêkirina wê berdewam dike de pêk hat. Süleyman A. yê ku di înşatê de dixebitî, ji ber sedemeke ku heta niha nehatiye diyar kirin ji valahiya asansörê nêzî 3 qatan ket xwarê.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatin veguhastin. Süleyman A. yê ku bi giranî birîndar bû, piştî destwerdana yekem a li cihê bûyerê bi ambûlansê birin nexweşxaneyê.
Hate hînkirin ku tevî hemû destwerdanên bijîşkan ên li nexweşxaneyê Süleyman A. jiyana xwe ji dest daye. Derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.