Karkerên ceryanê ji vîncê ketin xwarê: 1 mirî, 1 giran birîndar

Li navçeya Sêwrega Rihayê du karker ji vîncê ketin xwarê, di encamê de karkerekî canê xwe ji dest da, karkerê dinê jî giran birîndar bû.

Bûyer, li ser rêya Qerejdaxê pêk hat.

Li gorî îddîayan, 2 karkeran ji bona ku têlên ceryanê bi dîregên betonê re girê bidin çûn ser vîncê, dûre jî vînç qelibî.

Piştî qezayê ji cîhê bûyerê re ekîbên tednuristîyê hatin sewqkirin.

Yek ji karkeran, digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da, karkerê dinê jî birîndar bû û rewşa wî giran e.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin