Karwana Hêvî ya Rihayê alîkariya mirovî ji bo Rojava şand

Ji aliyê Karwana Hêviyê (Umut Kervanı) ve, ji bo ku bigihîje herêmên li Rojava, tirek tije kelûpelên alîkariya mirovî ji Rihayê hat birêkirin.

Tireke alîkariya mirovî ku ji aliyê Karwana Hêviyê (Umut Kervanı) ya li Rihayê çalak e hatibû amadekirin, ji bo ku bigihîje bajarên Kobanî, Qamişlo û Hesekê hat birêkirin.

Hate diyarkirin ku di tira alîkariyê de, li gel pêdiviyên bingehîn ên wekî cil û berg, xwarin, daxurê (bebek bezi) û xwarina zarokan (mama), her wiha lîstokên ji bo zarokan jî cih digirin.

Koordînatorê Herêma 2yan ê Karwana Hêviyê (Umut Kervanı) Mehmet Faik Doğan, derbarê vê mijarê de ji mîkrofona ÎLKHAyê re axivî û weha got:

"Wekî Karwana Hêviyê, me li Rihayê tirek kelûpelên alîkariya mirovî ji bo herêma şer a Sûriyeyê, bi taybetî ji bo herêma Rojava, ango bajarê wekî Kobanî, Qamişlo û Hesekê amade kir. Di nav vê alîkariyê de xwarin heye, kelûpelên paqijiyê hene, betanî hene, cil û bergên zivistanê hene; ango gelek malzemeyên ku ji bo mirovahiyê wekî pêdivî tên dîtin hene. Wekî Karwana Hêviyê, înşallah me berê jî çend tir şandibûn, niha jî em vê tirê ji Rihayê bi rê dikin. Em spasiya hemû xêrxwazên xwe yên ku rasterast an nerasterast piştgirî û alîkarî dane dikin. Xwedê bibe yar û yaridêrê wan. Alîkariyên me yên ji bo Rojava înşallah berdewam bikin. Ev ne destpêk e û dê ne ya dawî be jî. Bi îzna Xwedê, bi vê şêweyê alîkariyên me dê ji her bajarê me û ji bajarên me yên din ên cihêreng bigihîjin cihê xwe înşallah."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno