Karwana Hêvîyê alîkarîya komir û êzingan kir

Karwana Hêvîyê ya Entabê ji ber demsala zivistanê di navbera xêrxwaz û malbatên mihtac de wezîfeya xwe ya pirbûnê didomîne.

Serokê Karwana Hêvîyê yê Entabê Mustafa Ozaslan bal kişand ku ji ber hatina mehên zivistanê lazimatîya mihtacan ji komir, êzing û sobayê re heye, ew bi desteka xêrxwazan êzing û komirê belav dikin.

Ozaslan îfade kir ku ew dixwazin di van mehên serma de ji muhtacan re cîhên germ çêbikin, ji ber alîkarîya xêrxwazan teşekkur kir.

Ozaslan îfade kir ku lazimatîya wan tenê ji soba, êzing û komiran re tineye, lazimatîya wan di van mehên zivistanê de ji bot û montê re jî heye, “Ji bona ku em ji van malbat û zarokan re alîkarîya mont, qocik, sol û zivistanê bikin lazimatîya me ji xûşk û birayên me yên xêrxwaz re heye. Di serî de bi tevî êzing û komirê xebatên me yên zivistanê çêbûn, çêdibin jî. Dema ku demsala zivistanê tê li Entab û derdorê wê sermayeke dijwar çêdibe. Me li Entabê ji malbatên xwe yên feqîr re komiran belav kir. Me van komiran bi wesayîtên xwe teslîmî malan kir.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin