Karwana Hêvîyê, bi wesîleya Şeva Mîracê ji 300 malbatan re alîkarîyê kir

Karwana Hêvîyê, li Êlihê bi wesîleya Şeva Mîracê ji 300 malbatan re alîkarîya zexîreyê kir.

Karwana Hêvîyê ku di navbera dewlemend û mihtacan de wezîfeya pirê dibîne, li Êlihê bi wesîleya Şeva Mîracê ji 300 malbatan re alîkarîya zexîreyê kir.

Serokê Komeleya Êlihê yê Karwana Êlihê Nurettîn Teymur derheqê alîkarîyê de daxuyanî da, diyar kir ku ew bi desteka xêrxwazan rûyê êtîm û mihtacan dan kenandin.

“Divê em bi alîkarîyan ji îbadetên xwe re meneyekî bidin”

Teymur, îfade kir ku van meh û şevên bimbarek ji bo alîkarîyê firsedek in, “Em wek Karwana Hêvîyê ya Êlihê ji Rebbê xwe re şikir dikin ku me gihandîye mha Recebê. Bê guman, şeva Mîracê ji bo me şevên atmosfera menewîye. Ji bo me Misilmanan nîşana firsedeke menewî ku em xwe nêzê Xwedê dibînin e. Divê em di vê şevê de bilindbûna Pêxemberê xwe bidin ber çavên xwe û dilê xwe paqij bikin, ji îbadetên xwe re jî maneyekî bidin.”

“Ji 300 malbatên feqîr re olîyên zexîreyê belav kir”

Teymur destnîşan kir ku ew bi alîkarîya xêrxwazan rûyê bi sedan malbatan kêfxweş kirine, “Em bi vê wesîleyê wek Karwana Hêvîyê ya Êlihê, bi tevî alîkarîya xêrxwazên xwe ji 300 malbatên mihtac re kolîyên zexîreyê belav kir. Rebbê min bila xêra xêrxwazên me qebûl bike û ji wan razî be, bila malbatên wan bi cennetê mizgînî bike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar