Karwana Hêvîyê ji bo êtîm û malbatên belengaz re kermes pêk anî

Li Kahtaya navçeya Semsûrê ji bo malbatên êtîm û feqîr ku hefteyekê dewam bike, Kerwana Hêvî vekir.

Kermesa ku tê de cil û berg û xwarinên curbecur tê de hene, ji bo pêşkêşkirina alîkariyên xêrxwazan dê hefteyekê li ber otogarê berdewam bike. Welatiyên ku xwarinên ku li malê çêdikirin ji bo ku bi dilxwazî ​​tevkariyê li kermesê bikin anîn, diyar kirin ku hêviya wan bi bereketa Xwedê heye.

Mehmet Sîvîlê Serokê Karwana Hêvîyê ya Kahtayê derheqê kermesê de agahî da û got, “Kermesa me ya xêrxwaziyê ya ji bo malbatên êtîm û feqîr wê 7 rojan berdewam bike. Hemû birayên me yên li vir bi dildarî xizmetê dikin. Xwedê hemû birayên me yên ku li vir piştgirî û xizmetê dikin razî be. Ez xwişk û birayên xwe vedixwînim kermesa me ya li ber otogarê.

Welatiyên beşdarî kermesê bûn diyar kirin ku ew bi beşdarbûna kermesa ku ji bo êtîm û malbatên feqîr hatiye vekirin kêfxweş in û spasiya kesên ku keda wan di vê xizmeta bi fêde de heye kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji şeş gumanbarên mirina Îbrahîmê ciwan li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li Helebê goristaneke komî ya qurbaniyên îşkenceyê hat dîtin
Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin