Karwana Hêvîyê ji kesên hewcedar ên Wanê re alîkarîya pereyan kir

Karwana Hêvîyê ya Wanê bi sê mehan xebatên xwe yên alîkariyê ji bo malbatên mihtac didomîne.

Karwana Hêvîyê ya ku li Wanê sê mehan dest pê kir ji alîkatîyên xwe re lez da, ji bi dehan malbatên hewcedar re alîkarîya pereyan kir.

Zerfên piştgiriya pereyan ku bi piştgiriya xêrxwazan hatibûn amadekirin teslîmî malbatên feqîr û sêwî hatin kirin. Serokê Kerwana Hêvî ya Wanê Sedat Vatan diyar kir ku sê mehan ji bo Mislimanan destpêkeke manewî ye û bal kişand ser girîngiya alîkariyên ku tên kirin.

Vatan got, "Em alikariyên ku xêrxwazên me yên bi boneya destpêkirina sê mehan ji bo malbatên me yên hewcedar gihandine komeleya xwe didomînin. Armanca me ew e ku em beşên herî hewcedar ên civaka xwe bi bereketa van hes bikin. Xweda ji xêrxwazên me razî be û alîkariyên wiha berdewam bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno