Karwanê Hêvîyê ji Xezzeyê re 6 milyon lîre alîkarîya pere şîyand

Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwanê Hêvîyê, bi navbeynkarîya Weqfa Fîlîstînê ji Xezzeyê re 6 milyon û 101 hezar û 500 lîre alîkarîya pere gihand.

Serokê Giştî yê Weqfa Fîlîstînê Zekî Abdullah Îbrahîm Ararawî, Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran zîyaret kir û derheqê rewşa dawîn a li Xezzeyê û lazimatîya xelkê Xezzeyê de gotubejan kirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de, bîlançoya jana ku didome, qetlîamên rejîma îşxalkeran ku bênavber didomînin û micadeleya bi heq a xelkê Fîlîstînê hatin gotubejkirin.

Cengîz Kurtaran di hevdîtinê de ji Ararawî re çekekî bi temsîlî yê ku di çarçoveya “Ji Xezzeyê Re Alîkarîya Lezgîn” de 6 milyon û 101 hezar û 500 lîre hatibû komkirin teslîm kir.

Di dawîya hevdîtinê de serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran axavtineke kurt kir û wî ji xêrwazên ku bexşan kirine re teşekur kir, wî diyar kir ku ew ê daîma li cem micadeleya bi heq ya xelkê Fîlîstînê bin û ew ê ji herêmê re alîkarîyên xwe jî bidomînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"
Divê perwerdehiya mecbûrî ya 12 salî ji nû ve were sazkirin
Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate