Karwana Hêvîyê li Êlihê ji bi hezaran malbatan re kolîyên Remezanê belav kir

Komeleya Êlihê yê Karwana Hêvîyê ya ku fealîyetên xwe yên alîkarîyê didomîne, di meha Remezanê de jî ji feqîran re alîkarîya kolîyên Remezanê kir û rûyê wan kêfxweş kir.

Komeleya Êlihê yê Karwana Hêvîyê ya ku di navbera feqîr, êtîm, mihtac û dewlemendan de wezîfeya pirê dibîne, di meha Remezanê de jî ji 3 hezar mihtacan re kolîyên zexîreyê belav kir.

Serokê Komeleyê Nurettîn Teymur, destnîşan kir ku ew bi minasebeta meha Remezanê dest bi alîkarîya kolîyên zexîreyê kirine.

“Me ji 3 hezar malbatan re kolîyên zexîreyê belav kir”

Teymur diyar kir ku ew bi fitir, zekat û sedeqeyan diwxazin ku di meha Remezanê de xwe ji zêdetir malbatan re bighêjînin weha got, “Em wek malbata Karwana Hêvîyê her sal di meha Remezanê de ji malbatan re kolîyên zexîreyan belav dikin. Me vêsalê jî li Êlihê ji 3 hezar êtîm, feqîr, jinebî û mihtacan re kolîyên xwe yên zexîreyê gihand. Ji bona ku em vê wezîfeya xwe û fealîyeta xwe bicîhbînin di roja ewil a Remezanê de bi tevî endam û dildarên xwe kolîyên xwe belav kir. Ez ji li vê derê carekî dinê jî ji xêrxwazên xwe re sipasîyan dikim.”

“Ji bona ku xwe ji zêdetir malbatan re bighêjînin em talibê fitir, sedeqe û zekatên we ne”

Teymur ragihand ku ji bona ew xwe ji zêdetir malbatan re bighêjînin divê alîkarîyên ku ji wan re têne kirin jî berdewam bikin, “Di nav kolîyên me de şekir, çay, birinc, bilxir, rûn û meqerne hene. Karwana Hêvîyê dixwaze ku alîkarîyên xwe bidomîne. Çîmkî em diçin kîjan malbatê dema ku van kolîyan teslîmê wan dikin rûyê wisa kêfxweş dibe ku dilê me jî pê germ dibe. Ji bona ku di meha Remezanê de van xebatên me bidomin em dixwazin ku bila xêrxwazên me jî bexşên xwe bidomînin. Bi tevî vêya em ji xêrxwazan fitir, zekat û sedeqeyên wan dixwazin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar