Karwana Hêvîyê li Humusê alîkarîyê belav kir

Karwana Hêvîyê ku li Sûrîyeyê xebatên alîkarîyê li dar dixe, li Humusê jî rûyê bi sedan mihtacan kêfxweş kir.

Ekîbên Karwana Hêvîyê ku li bajarên cuda yên Sûrîyeyê ev bû çend roj e xebatên xwe didomînin, piştî li Îdlîb û Hamayê vê carê jî li Humusê xebatên xwe bikaranîtin.

Di çarçoveya xebatên alîkarîyê yên ku bi Ewrûpa Yetîm Elî, ÎHO Ebrar û Weqfa Êtîman re li dar dixin de li Humusê zexîre, nan û sotemenîyê belav kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Karwanê Hêvîyê Erdal Elîbuyuk derheqê xebatan de agahîyan da û weha got, “Em li Humusa ku yek ji bajarên herî mezin ya Sûrîyeyê ne. Em li vê derê belavkirina alîkarîyên nan, xwarin û sotemenîyê tertîp dikin. Em wek Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê, Ewrûpa Yetîm Elî, ÎHO Ebrar û Weqfa Êtîman di sehayekî hevpar de ne. Ev bajêr, ji destpêka herbê heta niha ji bajarên ku herî mezin mirin û qetlîaman pêk hatine yek e. Li vê derê lazimatî ji sotemenî, xwarin û vexwarinê re heye. Çawa ku me berê kiribû em ê dîsa xebatên xwe yên alkarîyê bidomînin. Mesulîyetekî dinê jî ketîye ser milê xêrxwaz û bexişvanên me.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno