Karwanê Hêvîyê li Kaniyaxezalan ji mihtacan re nan belav kir

Karwana Hêvîyê ku navê xwe bi fealîyetên alîkarîyê dide bihîstandin, li navçeya Akçakaleya Rihayê di meha Remezanê de ji malbatên mihtac re nanê germ belav dike.

Temsîlkarê Karwana Hêvîyê yê Akçakaleyê Mustafa Duyar, derheqê fealîyetên belavkirina nan a ku di meha Remezanê de bikartînin de agahîyan da.

Duyar, destnîşan kir ku ew bi desteka firinvanekî ji destxpêka meha Remezanê vir ve ji mihtacan re nan belav dikin, wî bal kişand ku rihê piştgirî û belavkirinê di vê mehê de zêdetir dibe.

Duyar îfade kir ku ew ji bona ku bereketa meha Remezanê parve bikin her sal xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin, “Em ji malbatên xwe yên mihtac re her roj nan belav dikin. Ji bona ku parîyek be jî em dixwazin bila desteka me ji wan re çêbibe. Ji teref firinekî bi navê Aydin ve her roj 300-500 nan ji me re tê dayîn û em jî belavê malbatên xwe dikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê