Karwana Hêvîyê, li Mereşê goştê sor belav kir

Komeleya Mereşê ya Karwana Hêvîyê, li seranserê bajêr ji mihtacan re goştê sor belav kir. Hat destnîşankirin ku fealîyetên alîkarîyê, bi piştgirîya xêrxwazan hat lidarxistin.

Yek ji rayedarên komeleyê Abdurrahman Evîn, diyar kir ku belavkirina alîkarîyan a di vê dewra ku pirsgirêka aborî gelek zêdeye, zor zor biqîmet e.

Evîn weha got, “Li bajarê me gelek malbatên me hene ku pirsgirêka aborî dijîn. Em wek Karwana Hêvîyê dixwazin ku bi piştgirîya xêrxwazan ji malbatan re alîkarîyan bikin. Di vê çarçoveyê de me goştê sor belav kir.”

Evîn îfade kir ku Karwana Hêvîyê tenê zexîreyan belav nake, “Bi hatina demsala zivistanê ew ê alîkarîyên me yên cil û bergên zivistanê jî berdewam bikin. Em wisa armanc dikin ku ew ê bi piştgirîya xêrxwazan vê xebatên xwe zêdetir bikin.”

Abdurrahman Evîn, îfade kir ku hemû fealîyetên wan bi dildarî tê kirin, “Hêzê me yê herî mezin, dildarên me ne. Em bi xîreta wan kolan bi kolan, tax bi tax malbatên mihtac tespît dikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket