Karwana Hêvîyê li Sûrîyeyê xwarin û nan belav kir

Karwana Hêvîyê ku li Sûrîyeyê xebatên xwe didomîne, li Hamayê ji bi sedan malbatan re kolîyên zexîreyê û nan belav kir.

Gelê Sûrîyeyê ku piştî 13 salan bi ketina rejima Beşar Esad çûn welatên xwe, ji nû ve dest bi jiyana xwe dikin.

Ji bi milyonan însanên ku bi tevî krîza însanî û bêkarîyê nikarin lazimatîyên xwe temîn bikin re di serî de ji Tirkîyeyê û bi giştî li çar alîyê dinyayê sazîyên alîkarîyê fealîyetên xwe yên alîkarîyê bikartînin.

Karwana Hêvîyê ku yek ji wan sazîyan e ev bû çend roj e li bajarên cuda yên Sûrîyeyê xebatên xwe bikartîne, bi belavkirina şîva germ vê carê jî li Hamayê rûyê malbatên mihtac kêfxweş kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Erdal Elîbuyuk ku derheqê xebatên ku kirine de agahîyan da weha îfade kir, “Hama, di dema Hafiz Esed de dûçarê qetlîamên mezin bûye, bi dehhezaran însan canê xwe ji dest dane, ev der bajarekî ku gelên ji cîhê xwe bûne di nav de dijîn e. Zilma ku hatîye serê wan weka ku qîm nekirîye ku di 13 salên dawîn de vê carê dûçarê herba navxweyî bûne, ji ber vê yekê di bin pencikên tinebîyê de micadeleya jiyanê didin. Em jî îro bi tevî kolîyên zexîreyan nan jî belav dikin. Li çar alîyê Sûrîyeyê wek Hama, Humus, Heleb û Îdlîbê mirov di nav şert û mercên zor û zehmet de jiyana xwe derbas dikin. Ji ber vê yekê her bexşên ku ji Tirkîyeyê bêne kirin ji bo mirovên li vê derê ehemmîyeta jiyanî ye. Werin em bi tevî destekên we birînên xûşk û birayên xwe derman bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar