Di çarçoveya xebata ku ji hêla Komeleya Alîkariya Mirovî ya Karwana Hêvîyê ve tê meşandin de, 4 qurbanên ku ji hêla xwebexşên komeleyê ve hatine bexşandin hatin serjêkirin.
Piştî pêvajoya serjêkirinê ku li gorî adetên Îslamî pêk hat, goştê qurbanê bi baldarî hate pakêt kirin û ji bo belavkirinê hate amadekirin. Pakêtên goştê sor ên amadekirî bi awayekî ferdî teslîmî malên malbatên hewcedar ên ku di komeleyê de qeydkirî ne hatin kirin. (ÎLKHA)