Karwanê Hêvîyê, li Xezzeyê alîkarîyên xwe didomîne

Karwanê Hêvîyê, li Xezzeyê ji gelek malbatên ku ji bo jîyanê micadeleyeke zor didin re goştê mirîşkê belav kir.

Wêranîya li herêmê û êrîşên rejîma îşxalker bandoreke neyînî li jiyana gelê Xezzeyê dike.

Kerwana Hêvîyê ya ku li Xezzeya ku zarok, jin û pîr mexdûrîyeta wan giran e xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne, bi ekîbên xwe yên qadê malbatên muxtac tesbît kir û ji gelek malbatan re alîkarîya mirîşkan kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Weqfê ve hat dayîn de weha hat gotin: "Di demeke ku krîza însanî ya li Xezzeyê kûrtir dibe de girîng e ku berdewamiya alîkariyê bigihêje kesên hewcedar. Belavkirina mirîşkan ne tenê hewcedariyên xwarinê yên malbatan pêk tîne, di heman demê de dibe sedema moralê wan."

Karwanê Hêvîyê bi armanca berfirehkirina alîkarîyên xwe bi piştevanîya xêrxwazan tekezî li ser wê yekê dike ku divê civaka navdewletî jî li dijî kirîza mirovî ya li Xezzeyê tevbigere û armanc dike ku alîkariyên ji Tirkîyê û cîhanê bigihêje zêdetir kesên hewcedar li Filistînê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê