Karwanê Hêvîyê qamyonek tijî alîkarîya mirovî ji Batmanê şand Rojava

Rêxistina Karwanê Hêvîyê qamyonek tijî xwarin, cil û berg û cûrbecûr materyalên alîkariya mirovî ji bona ku teslîmî mexdûrên şer bikin ji Êlihê şand Sûriyeyê.

Malzemeyên alîkariya mirovî yên ku ji hêla Komeleya Karawana Hêvîyê ya Êlihê ve hatine amadekirin, ji bo teslîmkirina ji kesên hewcedar ên li Sûrîyeyê ketin rê.

Qamyonek ku tijî xwarin, cil û berg û pêdiviyên alîkariyê yên cûrbecûr bû, bi duayên li ber avahiya komeleyê re ji bo Sûriyeyê hate şandin.

Di çarçoveya hewldana alîkariyê de, hate gotin ku pêdiviyên ku ji bo kesên hewcedar ên li deverên şer tesîrdar bûne hatine amadekirin, dê li malbatên mexdûr ên li herêmê werin belavkirin.

Serokê Komeleyê Nurettin Teymur diyar kir ku ew hêvî dike ku qamyona alîkariyê, ku bi piştgiriya xêrxwazan hatiye amadekirin, hêviyê bîne kesên hewcedar ên li herêmê, û ji bo piştgiriya wan spasiya hemî bexşvanan kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin