Karwana Hêvîyê ya li Mêrdînê goştê sor belav kir

Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ji bo 100 malbatên sêwî û feqîr ên li bajêr dijîn goştê sor belav kir.

Kerwana Hêvîyê ya Mêrdînê ku bi taybet sê meh in bê navber çalakiyên xwe didomîne, bi ken li ser rûyê malbatên sêwî û feqîr didomîne. Serokê Kerwana Hêvî ya Mêrdînê Abdulaziz Onen, diyar kir ku li Mêrdînê ji 100 malbatên êtîm û feqîr re goşt belav kirin û ji xêrxwazan alîkarî xwest ku di 3 mehên bi xêr de bigihêjin malbatên hewcedar.

Onen bang li xêrxwazan jî kir û ev tişt got:

"Me bi minasebeta 3 mehan li Mêrdînê ji 100 malbatên hewcedar re goşt sor belav kir. Weke ku tê zanîn em di sê mehan de ne ku atmosfereke bi xêr û bereket e. Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku ev sê mehan ji bo hemû gelê me û alema Mislimanan rojên bi xêr û bereket bi xwe re bîne û ez hêvî dikim ku ev yek bibe wesîleya rizgariya cihên bindest. Ji ber vê yekê xêrxwazên me dikarin alîkariya xwe ji van malbatan re bikin da ku bişibînin. Bila van malbatên mexdûr û xizan ji bîr nekin. Xwedê rehma xwe li her kesê ku keda wan heye bike." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê