Karwana Hêvîyê ya Mereşê ji bo hurmeta Şeva Regaîbê xurek belav kir

Bi hatina sê mehên pîroz, Karwana Hêvîyê hewlên xwe zêde dike û ji bo rêzgirtina Şeva Regaibê alîkariya malbatên hewcedar berdewam dike.

Abdurrahman Evîn nûnerê Karwana Hêvîyê ya Mereşê, diyar kir ku wan di van rojên pîroz de kesên hewcedar ji bîr nekirine û hewlên xwe zêde kirine.

"Em ê li kêleka malbatên xwe yên hewcedar bimînin"

Evînê wiha got, "Yek ji rojên girîng ku em atmosfera manewî ya sê mehên pîroz dikişînin Şeva Regaîbê ye; ew şevek bêhempa ye ku rehmet, bereket û parvekirin zêde dibe. Di vê roja watedar de, em bi qasî ku ji destê me tê, dixebitin ku alîkariya xwarinê bigihînin xwişk û birayên xwe yên ku ji erdhejê tesîrdar bûne û hewcedar in. Êş piştî karesata mezin hêna jî teze ye… Lê em dizanin ku hevgirtin rêya herî xurt e ji bo başkirina birînan. Ev alîkariya ku îro li vir tê dayîn ne tenê pakêtek xwarinê ye, lê di heman demê de peyamek e ku hûn ne bi tenê ne. Wekî Karwana Hêviyê, em ê her gav li kêleka malbatên xwe yên hewcedar bisekinin."

Evînê, şeva pîroz li Misilmanan pîroz kir û got, "Em bi dil û can spasiya hemî bexşvan, dilxwaz û her kesê ku beşdarî vê çalakiya xêrxwaziyê bûye dikin. Bila Xwedê hemî kirinên baş ên hatine kirin qebûl bike û bereket bike. Em dua dikin ku ev şeva pîroz ji bo welatê me, ji bo xwişk û birayên me yên erdhejê zirar dîtî û ji bo tevahiya alema Îslamê bibe çavkaniya qencî, şîfa û hêviyê. Bila Şeva me ya Regaîbê pîroz be." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno