Di organîzasyona alîkariyê de, malbatên sêwî yên li navçeyê birin dikanekê û zarok ji serî heta binî hatin kinc kirin.
Zarokên ku şabûna bijartina kincên xwe yên cejnê jiyan, bûn sedem ku malbatên wan jî kêliyên hestiyar derbas bikin.
Di çarçoveya xebata ku hat kirin de, piştgiriya kinc û pêlavan ji bo zarokan hat peydakirin; malbatên wan jî spasiyên xwe gihandin rayedarên Karwana Umîdê yên ku ew ji bîr nekirin.
Nûnerê Karwana Umîdê yê Wêranşarê Sait Karatay, di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de diyar kir ku ew xebatên xwe berdewam dikin da ku zarokên sêwî bi dilxweşî bikevin cejnê û weha got: “Bi piştgiriya welatiyên me yên xêrxwaz, em berdewam in ku li kêleka malbatên xwe yên sêwî bin. Armanca me ev e ku em bibin hevparê şabûna cejnê ya zarokên xwe.”