Karwanê Hêvîyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne

Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê, kolîyên zexîreyê ku her meh ji feqîr û mihtacan re belav dike vê mehê jî ji 600 malbatan re kolîyên zexîreyê belav kir.

Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ku di serî de xwarin, zexîre ji mezluman re alîkarîya meddî jî dike, di nav alîkarîyên komeleyê de alîkarîyên wek qirtasîye, goştê qurbanê û cil û berg jî hene.

Hat îfadekirin komele her meh ji 600 malbatan re alîkarîyan dike.

Karwana Hêvîyê ku li Dîyarbekirê her meh ji mihtacan re alîkarîyê dike vê mehê jî ji 600 malbatên ku di nav lîsteyên wan hebûn re zexîreyan belav kir.

Serokê Dîyarbekirê yê Karwana Hêvîyê Abdulhakîm Demîr derheqê xebatan de agahîyan da û weha got: “Em wek Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê her meh ji malbatên mihtac re alîkarîyan dikin û vê mehê jî me ji bo 600 malbatan re hazirîyên xwe kir, bi îzna Xwedê em ê ji wan re bighêjînin. Em van alîkarîyan bi destekên xêrxwazên xwe dikin. Em xeyn ji alîkarîyên zexîreyê alîkarîyên qirtasîye, cil û berg, qurban û yên dinê jî bikartînin.”

Demîr di dawîya axavtina xwe de ji xêrxwazan re teşekur kir û weha got, “Em ji ber bexşên wan ji xêrxwazên xwe re teşekur dikin. Em dixwazin ku bila van bexşan berdewam bikin. Bi îzna Xwedê em ê ji zêdetir malbatên mihtac re xwe bighêjînin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê