Karwanê Umûdê ya Rihayê di meha tîrmehê de gihîşt bi sedan malbatên hewcedar

Karwanê Umûdê ya Rihayê, bi piştgiriya xêrxwazan di meha tîrmehê de rafên marketa civakî ji nû ve tijî kir û dest bi dabînkirina hewcedariyên bingehîn ên bi sedan malbatên sêwî û hewcedar kir.

Komeleya Umut Kervanı ya Rihayê ku bi xebatên xwe yên alîkariyê piştgiriya malbatên hewcedar berdewam dike, di çarçoveya xebatên alîkariyê yên meha tîrmehê de bi rêya marketa civakî digihîje bi sedan malbatan.

Di marketa civakî de ku bi piştgiriya xêrxwazan ji nû ve hate amadekirin; berhemên bingehîn ên wekî xwarin, taştê, keresteyên paqijiyê û kinc û sol hatin pêşkêşkirina xwedîpêdiviyan.

"Me bi piştgiriya xêrxwazên xwe rafên marketa civakî ya xwe tijî kirin"

Endamê Desteya Rêveberiyê ya Karwanê Umûdê ya Rihayê Adem Sarıkuş di derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku piştgiriya xêrxwazan ji bo domandina xebatên alîkariyê gelekî girîng e.

Sarıkuş ev ifadaz bi kar anîn: "Me bi piştgirî û bexşên xêrxwazên xwe yên hêja rafên marketa civakî ya li ser bingeha Karwanê Umûdê tijî kirin. Bi sedan malbatên me yên sêwî û hewcedar dikarin werin vir û berhemên ku hewcedariya wan pê heye bi tercîha xwe peyda bikin. Wê bikaribin ji marketa civakî ya me hewcedariyên xwe yên bingehîn ên wekî xwarin û berhemên taştê, her wiha malzemên paqijiyê, kinc û solan peyda bikin."

"Em hemû xêrxwazên xwe vedixwînin ku piştgiriyê bidin Karwanê Umûdê"

Sarıkuş ku banga piştgiriyê li xêrxwazan jî kir, diyar kir ku her bexşek wê bigihîje hewcedarekî û wiha axivî: "Em hemû xêrxwazên ku dixwazin umud, qencî û dilxweşiyê pir bikin û bibin şirîkê tebessûma li ser ruyê sêwiyan, vedixwînin da ku piştgiriyê bidin Karwanê Umûdê. Her bexşa ku hûn bikin, wê dest bide jiyana malbateke hewcedar û wê bibe wesîleya tebessûmekê li ser ruyê sêviyekî."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 kesî birindar biyî
Li Sêrtê bavê 4 zarokan ku li binê tehtê de ma, jiyana xwe ji dest da
3 kes ku 2 ji wan zarok in birîndar bûn
Ji Walîtîya Batmanê derbarê êrîşa ku 3 kes tê de hatin kuştin daxuyanî
Li Batmanê êrîşa bi çekan: 3 kes mirin