Karwaneke alîkariyên ewil bi rêya bejahî gihandin bakurê Xezzeyê

Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî ragihand ku karwaneke alîkariyên ewil bi rêya bejahî gihişte bakurê Xezzeyê.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Wezareta Parastinê ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî ve hat dayîn de weha hat gotin: "Konvoya alîkariyê ya Îmaratê ku ji 17 kamyonan pêk tê, cara ewil bi rêya bejahî gihîşt bakurê Xezzeyê. Karwanê ku zêdeyî 370 ton alîkariyên mirovî ji xwarin, pêdiviyên bijîşkî û cil û bergan û herwiha û amûrên pêwîst ji bo penaberan hene."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cara ewil alîkariyên însanî bi rêya bejahî derbasî bakurê Xezzeyê bûn û herwiha hat destnîşankirin ku Îmarat bi hevkariya Hêzên Hewayî yên Misrê alîkariyên esmanî avêtin herêmên bakurê Xezzeyê.

Hat diyarkirin ku 85 ton malzemeyên alîkariyê yên însanî yên ku ji aliyê 5 balafiran ve ber bi erda vala ya li bakurê Xezzeyê ve hatin avêtin de xwarin, cil û bergên cejnê, pêlav, pêlîstok, şîrînî û berhemên curbecur hene. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê