Kêfxweşiya hewzê bera nebe karesat!

Di mehên havînê de li hewzên avjeniyê yên ku pir tên bi karkirin; rîskên mîna xeniqîn, girtina ceyranê (lêdana elektrîkê), şimitîn û ketinê û her weha rîskên ji ber kîmyasalên hewzê dertên holê zêde dibin.

Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku li hewzên avjeniyê bi taybetî nehêlana zarokan a bêgözetim (bêxwedî), kontrolkirina periyodik a tesîsatên elektrîkê, bi karkirina roleya herikîna qaçax û bihişmendî sepandina kîmyasalên hewzê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Serokê Beşa Tenduristî û Ewlehiya Kar Dr. Endamê Hîndekariyê Rüştü Uçan û Mamosteyê Bernameya Tenduristî û Ewlehiya Kar Mustafa Cüneyt Gezen, derbarê ewlehiya hewzê û bi awayekî rast bi karkirina kîmyasalên hewzê de nirxandinên girîng kirin.

Kontrolkirina periyodik a hewzên avjeniyê girîng e

Dr. Endamê Hîndekariyê Uçan diyar kir ku bi germbûna hewayê re daxwaza mirovan a ji bo bi karkirina qadên şil zêde bûye û da zanîn ku gava bi zêdebûna hejmara bikarhêneran û pirbûna dema bikaranînê re, li qadên şil lênêrîna periyodik û tedbîrên ewlehiyê li ber çavan neyên girtin, ev yek ji bo tenduristiya mirovan dibe sedema rîsk û gefan.

Dr. Rüştü Uçan da zanîn ku bi taybetî di bikaranîna qadên şil de ya ku herî pir tê tercîhkirin di serî de ‘hewzên avjeniyê’ ne û weha got: “Hewzên avjeniyê berpirsiyariyên wekî kontrolên periyodik, lênêrînên periyodik û girtina tedbîrên ewlehiyê yên li dorûberê hewzê jî bi xwe re tînin. Di dabînkirina şert û mercên herî kêm ên têkildarî hewzên avjeniyê de, çawa ku berpirsiyariya yekemîn a karsazan e; li hewzên hevpar ên qadên jiyana komî de jî rêveberiya sîteyê berpirsiyar tê girtin.”

Li hewzê balê bikşînin ser van tedbîran!

Dr. Rüştü Uçan bal kişand ser hewcedariyên herî kêm ên li hewzên avjeniyê û ew weha rêz kirin:

“Ji bo pêşîgirtina li xeniqînan, heke kûrahiya hewzê ji 1,50 metreyî zêdetir be, divê cankurtaranek li wir amade be. Bilindahiya hewzên zarokan divê ji 50 santîmetreyî zêdetir nebe. Heke qadeke guncav tune be, goşeyekî hewza kûr dikare wekî hewza zarokan were organîzekirin û bi vî awayî qadeke bikaranînê ya ewle were afirandin. Di vê rewşê de, divê helbet yek ji mezinên malbatê li ba zarokan be. Ji bo parastina canê mirovan li hemberî her rîskeke xeniqînê, divê alavên rizgarkirinê yên mîna simîdê canê li nêzî hewzê amade bin. Li gel alavên rizgarkirinê, divê çenteyê alîkariya yekemîn jî li hemberî birîndariyên muhtemel bi hemû alavên hewce hatibe stajkirin û amade be. Ji bo ku di rewşên lezgîn de were bi karkirin, divê li kêleka hewza avjeniyê telefon hebe.”

Divê dorûbera hewzê ewle bibe

Dr. Endamê Hîndekariyê Rüştü Uçan bal kişand ser wê yekê ku tedbîrên li dorûbera hewzê werin girtin jî zehf girîng in û weha got: “Divê li dorûbera hewzan herî kêm di bilindahiya 120 santîmetreyî de bariyer/şebekeyên ewlehiyê werin çêkirin. Bi vî awayî divê hewz ji qadên din ên bikaranîna hevpar bi awayekî berçav were veqetandin. Divê deriyê ku wekî cihê ketina hewzê hatiye diyarkirin, li derveyî saetên bikaranînê bi mekanîzmayeke kilîtkirinê were miftekirin. Divê li dorûbera hewzê ‘Rênîşanderên Bikaranîna Hewzê’ yên wisa ku her kes bikare bi hêsanî bibîne û bixwîne werin daliqandin. Bi taybetî hewzên li qadên vekirî, di rewşên ku nayên bi karkirin an jî gava hewz vala ye, divê ser wan bi torên ewlehiyê were girtin. Bi vî rengî divê pêşî li bûyerên ketina nav hewzan an jî birîndariyan were girtin.”

Zemîna şil dikare bibe sedema qezayên giran

Dr. Endamê Hîndekariyê Rüştü Uçan bal kişand ser wê yekê ku şimitîn û ketinên ji ber zemînên şil dikarin bibin sedema pirsgirêkên giran û ev hişyarî da: “Ji ber vê yekê, divê li hewz û dorûbera wê li hemberî rîskên muhtemel teqez lewheyên agahdarkirinê werin daliqandin. Lewheyên agahdariya kûrahiyê divê li kêleka hewzê bi kêmî ve di 4 aliyan de werin nivîsandin da ku bikarhêner bikarin bibînin, û divê sûd ji nîşanên ewlehiyê yên ku nîşan didin noqavbûn qedexe ye were girtin. Qada meşê ya li dorûbera hewza avjeniyê, cihê duşê û zemîna dorûbera wê divê rasterast be û ji materyalên ku nabin sedema şimitînê were çêkirin. Mazgala valakirinê divê teqez di rewşên girtî de be. Bi taybetî di hewzên xaniyan de divê lûleyên tehliyeyê bi qapaxên girover werin girtin; di qapaxan de divê tu qelş an jî pêçên (vida) kêm tune bin.”

Divê tesîsata elektrîkê û ronîkirina hewzê bi awayekî periyodik werin kontrolkirin

Dr. Endamê Hîndekariyê Rüştü Uçan diyar kir ku divê teqez îzolasyona materyalên hewzê jî were çêkirin, û got ku lihevhatina tesîsata elektrîkê ya li gorî mewzuatê divê her sal ji aliyê fîrmayên rayedar an jî Odeya Endezyarên Elektrîkê ve bi awayekî periyodik were kirin û ji aliyê karsaz an jî rêveberiya sîteyê ve were şopandin.

Dr. Rüştü Uçan weha peyivî: “Divê teqez bal resmiyetê were kişandin ku herikîna elektrîkê ya di nav hewzê de an jî li dorûbera wê, şertê voltaja bêrîsk a ku di bin 50 Voltan de ye dabîn bike. Li hewzan divê ronîkirina 12 volt (AC) û robotên paqijiyê werin bi karkirin. Sîstemên fîltreyê yên ku di paqijiya hundirê hewzê de tên bi karkirin divê bi awayekî wisa werin sepandin ku vakumê ava nekin, û ji bo paqijkirina avê lihevhatina qapaxên fîltreyê yên di hewzê de (divê ne şikestî, qelşî an bi valahî bin) divê bi awayekî periyodik were kontrolkirin. Li hewzên xemlê an jî hewzên zarokan ên pifkirî de bi tu awayî nabe ku di dora 3 metreyan de elektrîk hebe. Bi taybetî di hewzên xemlê de divê ronîkirin 12 volt (A.C) be. Hebûna roleya herikîna qaçax (kaçak akım rölesi) teqez pêwîst e.”

Divê kîmyasalên hewzê ji xwe ber (bi rasthatinî) neyên bi karkirin

Mamosteyê Bernameya Tenduristî û Ewlehiya Kar Mustafa Cüneyt Gezen jî anî ziman ku xelet bi karkirina kîmyasalên ku ji bo paqijiya ava hewzê tên bikaranîn dikare bibe sedema pirsgirêkên giran ên tenduristiyê û weha got: “Xala herî krîtîk di dema depokirin, destgirtin û dozkirina kîmyasalên hewzê de ev e; divê mirov kîmyasalan tu carî tevlî hev neke, di hawirdoreke hênik û ziwa de biparêze û piştî dozkirinê herî kêm 30 hûrdem sekinandinê re derbasî nav hewzê nebe. Tê tevsiyekirin ku piştî ji avê derketinê teqez bi ava paqij duş were girtin.”

Gezen bal kişand ser wê yekê ku divê depoyeke hewadar, hênik û ziwa ya ku ji şiliyê û tîrêjên rojê dûr e were hilbijartin û weha axivî: “Hiştina asît û klorê li ser heman refikê an jî di heman dolabê de dibe sedema rîska bertekeke giran. Divê kîmyasal ji bo qabekî din neyên veguhastin; di qabên wan ên orjînal de divê etîket û qapax werin parastin. Di rewşa rijandinê de ji bo ku rê li ber belavbûna li ser erdê û tevlîhevbûnê werin girtin, divê di binê ambalajan de hewzên leaksiyonê hebin. Ji bo ku rê li ber gihîştina zarokan û kesên bêdestûr were girtin, divê kîmyasal di depoyên kilîtkirî de werin parastin.”

Divê alavên parastinê werin bi karkirin

Gezen diyar kir ku dema mirov bi kîmyasalan re dixebite divê teqez destpêk, berçavkên parastinê û maske bi kar bîne û van îfadeyan bi kar anî: “Divê destpêkên guncav, berçavkên parastinê û maske werin bi karkirin. Bi taybetî dema ku ambalaja hilberînên klorê tê vekirin, rîska nefeskêşana dûmana jehrî (toksik buhar) heye. Di dema veguhastin, depokirin û bikaranînê de divê pêşî li têkiliya kîmyasalan a bi avê re were girtin (bi taybetî hilberînên klorê). Hilberînên klorê divê di forma tablet an jî granul de, wekî difûzor an jî çareserî werin sepandin. Piştî bikaranîna zêde an jî piştî baranê, çêtir e ku di saetên êvarê de klorlama şokê were kirin.”

Ji bo ketina nav hewzê divê herî kêm 30 hûrdem were sekinandin

Gezen bal kişand ser girîngiya hiştina nirxa pH ya ava hewzê di navbera 7,2-7,6an de û axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir: “Piştî klorlama doza normal, ji bo ketina nav avê divê herî kêm 30 hûrdem were sekinandin. Piştî klorlama şokê bi gelemperî tê pêşniyarkirin ku 8–12 saetan were sekinandin; beriya ku nirxên pH û klorê yên avê bi kîtên testê neyên pîvan, divê mirov nekeve nav avê. Ji bo ku çav ji kîmyasalên hewzê bandor nebin, tê pêşniyarkirin ku berçavkên avjeniyê werin bi karkirin. Piştî ji hewzê derketinê, ji bo pêşîgirtina li hêrsbûna (tehriş) çerm û çavan û ji bo dûrxistina mayiyên kîmyasal, tê pêşniyarkirin ku bi ava paqij duş Rxwere girtin. Mayiyên kîmyasal bi taybetî li ser çermê hestiyar ê zarokan zûtir bandorê dikin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çûyîna Hezretî Husên a Kûfeyê hewcedariya berpirsiyariya wî bû
1 merde, 1 zaf dırındaro
Bi mîlyonan kes beşdar dibin
Baroya Êlihê kesên ku bêedebîyê li Quran û pêxember kirin parast
Ji zilamekî 32 salî ku ketiye Çemê Malabadê hêna jî xeber nayê girtin