KENY, bi rojeva Libnanê bi acîlî dicive

Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî, ji bona ku bûyerên li Libnanê gotûbej bikin roja Înê piştî nîvroyê wek acîlî dicive.

Di nav du rojê dawîn de li Libnanê bêtêl û cîhazên ragihandinê teqîyan û di encamê de bi dehan mirov canê xwe ji dest dan û bi hezaran mirov jî birîndar bûn, piştî van bûyeran Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî biryara civînê girt.

Sefîrê NY ya Slovenyayê Samuel Zbogar ku serokatîya konseya 15 endamî ya ji bo meha Îlonê dimeşîne, diyar kir ku Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî li ser meselaya teqînên ku li Libnanê Hîzbullahê hedef digrin ew ê roja Înê bicive.

Rûniştina acîl a KENY roja Înê piştî nîvroyê wê li gorî seata Tirkîyeyê di seat 15.00an de bê tertîpkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno