Kerwana Umûdê li Diyarbekrê xebatên alîkarîyê didomîne

Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê rapora fealîyetan a meha Çileya sala 2018an bi raya giştî re parve kir.

Kerwana Umûdê ya ku li Diyarbekirê bi xebetên alîkarîyê yên ku ji feqîr û jaran dike re navê xwe dide sehkirin xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomîne. Kerwana Umûdê di vê Çileya borî de ji 220 malbatan re di bihaya 25 hezar lîre alîkarî kir.

Serokê Kerwana Umûdê yê Diyarbekirê Şahîn Elelçî derbarê mijarê de rapora fealîyetan a meha Çilê daxuyand û derbarê mijarê de diyar kir ew hewil didin di navbera kesên xêrxwaz û feqîran de bibin pir.

Elelçî di berdewama daxuyanîya ku da de destnîşan kir xebatên wan ên alîkarîyê berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me di meha Çileyê de di bihaya 25 hezar lîreyan de ji 220 malbatan re alîkarîya cil û bergan û goşt kir. Bi sedan kesên feqîr û jar serî li komeleya me didin, lê belê em bervan re nagihin. Ji ber vê yekê em bang li birayên xwe yên xêrxwaz dikin ku di vî warî de bibin alîkar. Xweda ji temamê kesên xêrxwaz razî be.”

ÎLKHA








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin