Kesê ku li Cizîrê zarokek ji xeniqînê rizgar kir jiyana xwe ji dest da

Baran Îsa Atabeyê 15 salî yê ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dema F. Ûstûn ê ku di çemê Dîcle de dixeniqî rizgar kiribû ber bi avê ve çû bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Furkan Ûstûn ê 12 salî ku ji bo hênik bibe ket Pira Îsmaîl Ebul-Îz El Cezerî ya girêdayî Navçeya Cizîrê ya Şirnexê di Çemê Dîcleyê de di xetereya xeniqînê de bû ji teref Baran Îsa Atabe ve hat rizgarkirin lê vê carê ew bi xwe xetereya xeniqînê derbas kir.

Baran Îsa Atabeyê ku ji aliyê welatiyan ve ji çem hat derxistin, pêşî li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û piştre jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tedawî dît lê ji bilî giştik midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno