Kesê ku li Diyarbekirê wekî windahî dihat gerîn, li Şilbê mirî hat dîtin

Li navçeya Yenîşehîr a Diyarbekirê di xebatên lêgerînê yên ku ji bo Hasan Kudayê 50 salî yê ku agahî ji wî nedihat girtin hatibûn destpêkirin de nûçeyaxemgîn hat. Cenazeyê Kuday di kendal de hat dîtin.

Kesê ku li Diyarbekirê wekî windahî dihat gerîn, li Şilbê mirî hat dîtin

Bûyer, di saetên êvarê de li Taxa Şılbêyê ya ser bi navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê ve pêk hat. Merivên Hasan Kuday ê ku ji saetên nîvro yên doh ve agahî ji wî nedihatin girtin, rewş ragihandin Navenda Banga Lezgîn a 112an û îxbara windahiyê kirin.

Di dema xebatên lêgerînê de Kuday, li Taxa Şılbêyê di xilteya (kend) biniya konutên komî yên li Kolana 5an de bêgerek (bêhareket) hat dîtin.

Tîmên AFADê ji cihê ku lê bû derxistin

Li ser daxwaza tîmên tenduristiyê, 7 personelên lêgerîn û rizgarkirinê û 2 wesayîtên lêgerîn û rizgarkirinê yên ser bi Rêveberiya Parêzgehê ya AFADê ve bo herêmê hatin veguhastin. Bi xebata ku ji aliyê tîman ve hat kirin, Hasan Kuday ji cihê ku lê bû hat derxistin û hat tespîtkirin ku jiyana xwe winda kiriye.

Piştî lêkolîna ku li cihê bûyerê hat kirin, cenazeyê Kuday bi mebesta tespîtkirina sedema teqez a mirina wî hat birin morga Saziya Tibê ya Edlî. Ji bo diyarboyna çêbûna bûyerê, ji aliyê tîman ve lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno