Keştiya Hanzalayê ji bo şikandina dorpêça sîyonîstan amadekariyan dike ku ber bi Xezzeyê ve biçe

Hanzala, keştiya nû ya Fîloya Azadiyê, ku dê ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xezzeya ku di bin dorpêça rejîma sîyonîst de ye, bi rê bikeve, piştî temamkirina amadekariyên xwe yên dawîn, dê di 20ê Tîrmehê de ji Bendera Galîpoliyê derkeve.

Rêxistina nehikûmî ya Hevpeymaniya Fîloya Azadiyê ragihand ku keştiya Hanzala, ku di 13ê Tîrmehê de ji bendera Syracuse ya Îtalyayê derketibû lê ji 15ê Tîrmehê ve ji bo temîmkirina hinek lazimatîyên teknîkî li bendera Gallipoli ya Îtalyayê ye, biryar e ku roja Yekşemê biçe.

Amadekarî li Gelîpolî ji bo çareserkirina pirsgirêkên keştiyê ber bi dawiyê ve diçin.

Keştiya "Wijdan" a Hevpeymaniya Flotîlya Azadiyê 2,5 meh berê li peravên Maltayê ji aliyê îşxalekrên sîyonîst ve hate bombebarankirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno