Hat ragihandin li nêzî Libyayê di Behra Spî de keştîyeke penaberan bin av bû, di encama binavbûna keştîyê de 90 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyanîya ku ji teref Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî li nêzî Libyayê di Behra Spî de keştîyeke penaberan bin av bû, di encama binavbûna keştîyê de 90 kes jiyana xwe ji dest dan ku temamê wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane Pakîstanî ne.
Berdevkê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî Olîvîa Headon derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku gelek kes li keştîyê siwar bûne keştî noqî avê bûye û di encama bûyerê de 90 kesên Pakîstanî jiyana xwe ji dest dane, 2 kes bi hewlên xwe gihaştine qeraxê û kesek jî ji teref masîgiran ve hatiye xelaskirin.
Headon diyar kir hejmara kesên ku îsal di Behra Spî de jiyana xwe ji dest dane gihaştiye 246an.
ÎLKHA